Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

06 November 2008 00:47

 

 

 

 

Dengê ji malzaroka bêdengiyê

Kamran Simo Hedilî

rojava.net/05.11.2008

 

 

 

dilop dilop

bêdengî

dirijiya rûbarê jînê

aso avisê bêdeng

fermandar

tofana hêvîkuj bû

ne pelekê diwêrî biweşe

ne çûkek difiriya

ba jî

baweşîn ne dikir

baranê xwe

nedadiweşande ser hişkebeyaran

daristanan

keskeşîna henasê vedişartin

li axa êşê 

asîmanê çavewr digirî

li çemê xwînê  

diherikî av

û derya dûr bû

jana deştê

bêçaretiya kitika çêlîk kuştî bû

li bejnbilindiya çiyan

bêdengî

dayîka zarok windakirî bû

tarîreşê

çarşefa xwe

girtibû ser holejînê

li ber

çirûskên girava rondikan

stêran

ji şevê re cil li xwe kirin

pirpirîkan

bi xwîn û xwêdana evînê

daxwaza pîroz neqişandin

keçên

zanîna xwe xemilandî

li ser tika mizgîniyê govend girtin

tîrêjên sorzerê zêrîn

deng

di malzaroka bêdengiyê de qîrandin

ronî

rijiya cihê ez binaxkirim

 

min

gora xwe kola û derketim

strana tawanbariya

zihamarê çarserî û awaza perçiqandina wî

min

di şadiya tembûra xwe de bihîst

li nav xweliya

xirbihên bapîrên min afirandî

di dilê jînê de pişkivîm  

di kolanên artêşa mirinê re

derbas dibim

li nav şopên çûyiyan

di ser serê wan re

kenê heyvê dibînim

girên bazên serkeftinê

bilindî wan dibin

gul û kulîlk vedan

li bin konê

şev û rojên  tirsandî

bi qêrînên Egîd û Zîlanên wêrek

pêl bi pêl Bêrîtanan deng vedan

îro

ne ez dikarim

wan bihijmêrim

ne jî kujerên çavsor

dikarin

wan biqurifînin

 

 

20.10.2008

 

 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1